قواتنا تَعقد مؤتمرها الرابع الذي تكلل بالنجاح Hêzên me konferansa xwe ya çaremîn serkeftî derbas kir

12 مايو 2024آخر تحديث :

بحضور الرئاسة المشتركة للمجلس التنفيذي لإقليم شمال و شرق سوريا و القيادة العامة لقوات سوريا الديمقراطية و الرئاسة المشتركة لهيئة الداخلية لإقليم شمال و شرق سوريا و الرؤساء المشتركين لهيئة الداخلية في المقاطعات ووفد من مؤسسة عوائل الشهداء و حركة المجتمع الديمقراطي و مؤتمر ستار و عدد من الضباط و صف الضباط عقدت القيادة العامة لقواتنا المؤتمر الرابع يوم الجمعة 10مايو / أيار في مدينة الحسكة.
بدأ المؤتمر بالوقوف دقيقة صمت على أرواح الشهداء تلاها كلمة افتتاح المؤتمر ألقاها القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية ” مظلوم عبدي ” بارك فيها انعقاد المؤتمر الرابع مؤكداً على الانجازات التي قامت بها قوى الأمن الداخلي خلال العامين الماضيين من مكافحة مختلف أنواع الجرائم و مكافحة المخدرات و الوقوف أمام الإرهاب بمختلف أشكاله خاصة في ظل استمرار انتهاكات الاحتلال التركي و استهدافاته للمنطقة منوهاً على حساسية الأوضاع التي تمر بها المنطقة بشكل عام و التي تتطلب الاستمرار في تطوير العمل لتعزيز الأمن و الاستقرار في مناطق إقليم و شمال شرق سوريا.
تلاها كلمة للرئيس المشترك للمجلس التنفيذي ” حسين عثمان ” بارك فيه انعقاد المؤتمر بين فيها على دور قوى الأمن الداخلي في مكافحة كافة أنواع الجرائم و ملاحقة كل من يعمل على زعزعة استقرار المنطقة، مشيداً بالإنجازات التي حققتها خلال العامين الماضيين، مؤكداً على ضرورة تذليل الصعوبات التي واجهت عمل قواتنا.
كما ألقت ” جواهر عثمان ” كلمة بإسم مؤسسة عوائل الشهداء ” بينت فيها على أن وجودنا اليوم هو بفضل الشهداء الذين قدموا التضحيات و بذلوا أرواحهم للوصول إلى الحرية و الكرامة و تحقيق العدل و المساواة، و أكدت على استكمال طريق الشهداء و السير على خطاهم.
و اختتمت الكلمات بكلمة بإسم مؤتمر ستار ألقتها “رمزية محمد” وضحت فيها الدور الكبير التي تقوم به المرأة ضمن صفوف قوى الأمن الداخلي و الانجازات التي حققتها في كافة الأقسام مؤكدة على أن الدور الريادي الذي تقوم به قوى الأمن الداخلي المرأة هو دليل على تحرر المرأة و إبداعها في مختلف المجالات.
و استمرت أعمال المؤتمر بقراءة تقرير عمل قواتنا خلال عامين مستعرضاً الانجازات التي حققتها ضمن كافة الأقسام الإدارية منها و الأمنية و مُبيناً العوائق و الصعوبات، كما وضح التقرير الأخطاء التي حصلت و ضرورة تجاوزها لتحقيق أكبر قدر من العمل لتعزيز الأمن و الاستقرار، كما بين التقرير الانجازات التي حققتها قوى الأمن الداخلي – المرأة ضمن كافة أقسام قواتنا الأمنية و الإدارية.
كما أختتم التقرير بقراءة برنامج العمل للعام القادم و الذي يعتمد بشكل أساسي على تحقيق رفع كفاءة الأعضاء عبر مختلف الدورات التدريبية الفكرية و القانونية و التخصصية، و زيادة في عدد أعضاء قوى العمليات و قواتنا الخاصة ال HAT و زيادة الدعم لقسم مكافحة المخدرات و مكافحة الجريمة و جهاز الأمن العام.
كما استكمل المؤتمر بقراءة مسودة النظام الداخلي الجديد لقواتنا الذي يعمل على إعادة هيكلة لبعض الأقسام و مسمياتها و دمج بعضها أيضاً و استحداث أقسام جديدة، إضافةً لحقوق وواجبات أعضاء قواتنا، حيث ناقش الحضور كافة بنود المسودة و الاقتراحات التي تم تقديمها.
ليتم التصديق على كل النظام الداخلي الجديد بغالبية الحضور من الإداريين و الضباط و صف الضباط ضمن صفوف قواتنا.
اختتمت أعمال المؤتمر بكلمة لعضوة الهيئة الرئاسية لحزب الاتحاد الديمقراطي “فوزة يوسف” أشادت من خلالها على تضحيات و عمل قوى الأمن الداخلي في أداء واجباتهم لتحقيق أمن و استقرار المنطقة، مؤكدة على وقوف جميع أبناء المجتمع خلف قواتنا و مساندتهم لهم في إفشال كل المخططات التي تستهدف مناطقنا و التماسك الشعبي الحاصل بين كافة مكونات المجتمع.

Bi amadebûna hevserokatiya Meclisa cibcîkar a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, hevserokatiya Desteya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên Desteya Hundirîn a kantonan, şandeyeke Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera civaka Demokratîk, kongra Star û hejmareke mezin ji efser û refa efserên Fermandariya Giştî ya hêzên me, roja înê 10ê Gulanê, konferansa çaremîn li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên me yên bi rûmet dest pê kir, piştre jî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk “Mezlûm Ebdî” axaftinek kir û têde lidarxistina konferansa çaremîn pîroz kir û bal kişand ser serkeftinên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di heyama dawî de di têkoşîna hemberî her cureyên tawanan û hişbiran tevî rêgirtina li pêşiya çetan bi taybet ji ber binpêkirinên dagirkeriya tirk û hedefgirtinên li ser herêmên me û li ser hesasiyeta şert û mercên ku herêm bi giştî tê re derbas dibe, û got ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê pêwîstî bi xebatên berdewam hene.
Piştre jî Hevserokê Meclisa Cibcîkar “Hisên Osman” axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir û tê de rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di rûbirûbûna hemû cureyên tawanan de û şopandina hemû sûcdaran ên ku ji bo têkbirina aramiyê li herêmê dixebitin, destkeftiyên ku hêzên me di van du salên borî de bi dest xistine, bilind nirxand, her wiha tekez kir ku divê em li hember van zehmetiyên ku derketine pêşiya hêzên me bisekinin.
Her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan “Cewahêr Osman” axivî û destnîşan kir ku hebûna me ya îro bi saya şehîdên ku fedakarî kirine û canê xwe dane ji bo azadî û rûmetê û bidestxistina edalet û wekheviyê ye û tekez kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin.
Di dawiya axaftinê de li ser navê Kongra Star axaftinek ji aliyê “Remziya Mihemed” ve hat pêşkêşkirin û tê de rola mezin a jinan di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û serkeftinên ku di hemû beşan de bi dest xistine vegot her wiha li ser Rola pêşeng a jinan di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tekez kir ku ev îspata azadiya jinê û afirîneriya wê ya di qadên cuda de ne.
Çalakiyên konferansê bi xwendina rapora xebatên hêzên me yên di nava du salan de, nirxandina destkeftiyên ku di nava hemû beşên îdarî û ewlekariyê de bi dest xistine, dewam kir û di raporê de astengî û zehmetî hatin diyarkirin û ji bo bidestxistina xebata herî mezin di zêdekirina ewlehî û aramiyê de divê em van astengiyan çareser bikin her wiha serkeftinên hêzên ewlekariya hundirîn a jinê di hemû beşên hêzên me yên îdarî û ewlekariyê de hat diyar kirin.
Her wiha rapor bi xwendina programa xebatê ya sala bê, ya ku di serî de girêdayî bilindkirina şarezeya endaman bi riya dewreyên perwerdehiya cuda yên fikrî, zagonî û pisporî ye tevî zêdekirina endamên hêzên oparesyonê, hêzên taybet HAT û zêdekirina piştgiriyê ji bo beşên Dijî Madeyên Hişbirê, dijî tawanan û Dezgeha Ewlekariya Giştî, bi dawî bû.
Her wiha konferans bi xwendina reşnivîsa rêznameya hundirîn a nû ya hêzên me, ku kar ji bo nûavakirina hinek beşan û navên wan, yekkirina hinekan û çêkirina beşên nû, tevî maf û erkên endamên me dike, her wiha kesên amade li ser hemû xalên reşnivîsê û pêşniyarên ku hatibûn pêşkêşkirin nîqaş kirin.
Di konferansê de hemû rêznameyên hundirîn a nû ji aliyê piraniya beşdaran ve, di nav de rêveber, efser û refa efserên di nava refên hêzên me de, hat erê kirin.
Konferans bi axaftina endama desteya serokatiyê a PYD Fewza Yûsif , ku têde bal gişand ser fedekarî û xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pêkanîna erkên xwe de ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiyê li herêmê bilind nirxand û tekez kir ku hemû pêkhateyên civakê li pişt hêzên me ne ji bo têkbirina hemû planên ku herêmên me û hevgirtina gelan ji xwe re dikine hedef, bi dawî bû.

خبر عاجل