إلى شعبنا والرأي العام
فجر اليوم الاثنين 9 حزيران، تعرض حاجز الحريجي الغربي التابع لقواتنا، بالإضافة إلى نقطة تابعة للمجلس العسكري المجاورة له، لهجوم مسلّح من جهة نهر الخابور، من قبل أفراد خلايا تنظيم داعش.
قواتنا باشرت على الفور بتشكيل دورية أمنية وتمشيط المنطقة الحريجية المحيطة بموقع الاستهداف. لم تُسجل أي إصابات، واقتصرت الأضرار على الجوانب المادية فقط.
ويُشار إلى أن هجوماً مماثلاً وقع يوم الأحد 8 حزيران في منطقة الصبحة، في مؤشر واضح على ازدياد وتيرة نشاط التنظيم الإرهابي خلال الأيام الأخيرة.
نؤكد التزامنا الكامل بملاحقة أفراد التنظيم الإرهابي وتعزيز الإجراءات الأمنية لحماية المواطنين وضمان الاستقرار في عموم مناطق شمال وشرق سوريا.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي_شمال وشرق سوريا
9 حزيران/يونيو 2025 Ji gelê me û raya giştî re
Di sibeha roja Duşemê 9ê Hezîranê de, xala kontrolê ya El-Hirêcî ya li rojava ku girêdayî hêzên me ye û xala kontrolê ya encumena leşkerî ya li nêzîkê wê, ji aliyê çemê Xabûr ve ji aliyê şaneyên DAIŞê ve rastî êrîşeke çekdarî hatin.
Hêzên me di cih de dest bi avakirina dewriyeyeke ewlehiyê û paqijkirina daristana li dora cihê hedef girtine kirin. Ti zirarên jiyanî nehatin tomarkirin , û tenê ziyanên madî çêbûn.
Hêjayî gotinê ye ku êrîşeke bi heman rengî roja Yekşemê, 8ê Hezîranê, li herêma El-Sebhayê qewimî, ku ev nîşaneya eşkere ya çalakiyên zêde yên rêxistina terorîst di rojên dawî de ye.
Em pabendbûna xwe ya tam bi şopandina endamên rêxistina terorîst û xurtkirina tedbîrên ewlehiyê ji bo parastina welatiyan û misogerkirina aramiyê li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê tekez dikin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
9ê Hezîrana 2025an