نستذكر في البداية فدائيي شعبنا المقاوم؛ دنيز جيا، هاوار قنديل، روجبين حسكة، دلبرين قامشلو، وفراشين عفرين، الذين ارتقوا إلى مرتبة الشهادة بكل فدائية خلال مقاومة حيي الشيخ مقصود والأشرفية، وننحني إجلالاً لنضالهم. بدايةً نعزي عوائل الشهداء، وجميع أبناء شعبنا الوطني ورفاق دربهم منذ السادس من كانون الثاني 2026، بمفهوم الإبادة الجماعية وبموافقة القوى المهيمنة، شنت العصابات التابعة لدولة الاحتلال التركي ومرتزقة الحكومة الانتقالية هجوماً لا إنسانياً. استُخدمت جميع أنواع الأسلحة الجوية والبرية ضد هذين الحيّين الصغيرين. في مواجهة هذه الهجمات، لم يتنازل قادتنا ومقاتلونا عن موقفهم الرافض للاستسلام منذ اليوم الأول وحتى الآن، وظلوا صامدين. في حرب الشرف هذه، تصدّر الفدائيو دنيز، وروجبين ، وفراشين الصفوف الأمامية بعزيمة لا تلين لتحقيق النصر، وبذاكرة راسخة وإيمان قوي لجأوا إلى الثأر، فكانوا ردًا قويًا على الحرب الخاصة وسياسات الإبادة الجماعية التي تنتهجها عصابات دولة الاحتلال ضد الشعب الكردي وجميع مكوناته.
انضموا إلى حرب الشرف بروح معنوية عالية وحماس لا يلين، و خلقوا معنويات عالية في نفوس شعبهم بهذا الموقف. بإمكانيات محدودة للغاية وبأسلحتهم الفردية، قادوا أهالي الشيخ مقصود والأشرفية، وصدوا هجمات عديدة للعصابات بأساليب متنوعة. في أحياء الشيخ مقصود و الأشرفية اتخذوا من أنفسهم دروعًا للثأر لآلاف السنين، وهزموا العدو المحتل بفلسفة “المرأة، حياة، حرة”.
في مواجهة قوة هذا الشعب المتجسدة في المقاتلين والقادة البارزين، لجأ العدو المحتل بذهنيته الجهادية، بعد أن أدرك عجزه عن مواجهة شعب عكيد و آرين، إلى شتى أنواع الممارسات اللاإنسانية. فقد هاجم الشعب بالتكنيك البري والجوي و الغازات السامة. ورغم أن هذه العصابات قد حاصرت المقاتلين والشعب المقاوم، فإن قادتنا المعاصرين لم يتنازلوا عن موقفهم الثوري ودافعوا عن قيم شعبهم حتى اللحظة الأخيرة.
هوية الشهداء الذين أصبحوا إرثنا في الحياة الحرة؛ قائدتنا دنيز جيا من مدينة عفرين، لكنها وُلدت في دمشق. نشأت على ثقافة عفرين الوطنية. تتمتع بشخصيتها المتألقة بجمال عفرين الزاهي و تربت على القيم الأخلاقية والسياسية منذ صغرها، ونشأت وحيدة في كنف عائلة محبة. كانت طالبة متفوقة وعمقت فكرها بعلم المرأة والمجتمع في سن مبكر. أدركت حقيقة قضية الشعب الكردي وقضية المنطقة وانضمت إلى فكر القائد عبدالله أوجلان. وقد أثرت بها هجمات الأعداء على عفرين و سركانيه و الشهباء و منبج فتنضم الرفيقة دنيز إلى صفوف النضال في عام 2024 بهدف أن تصبح امرأة حرة تقود مجتمعها. يمر الوقت سريعًا في حياة رفيقتنا وتنمو في لحظات. تصبح المرأة والطبيعة والكون لغة الحياة بالنسبة لها، لهذا السبب تشعر بعمق تجاه حياة القائد عبدالله أوجلان، وترغب في بناء موقف اشتراكي في داخلها يكون الحل لجميع المشاكل التي تواجه المنطقة والشرق الأوسط.
وُلدت الفدائية روجبين أمارة في مدينة الحسكة، ونشأت في كنف أسرة وطنية من عشيرة سوركي العائدة لثقافة المرأة الأم. تعرّفت على أفكار القائد عبدالله أوجلان خلال ثورة روج آفا في كردستان، وانضمت إلى صفوف النضال عام 2025 للدفاع عن الثورة. تبنّت في شخصيتها مبادئ القائد عبدالله أوجلان المتعلقة بالمرأة، وشاركت بحماسٍ بالغ في جميع الأنشطة الفكرية والعسكرية. ومع تعمقها في دراسة التاريخ، ازداد غضبها تجاه عدو الشعب الكردي، فعملت على بناء شخصيتها من خلال معرفة العدو وصقلتها بموقفها الشجاع والواثق. أصبحت رائدةً في بناء حياة ذات معنى.
وُلدت الفدائية فراشين عفرين في مدينة عفرين، ونشأت في كنف ثقافة أهلها الوطنيين. برزت موهبتها في الفنون والآداب منذ نعومة أظفارها، بفضل شخصيتها الفضولية. ورغم صغر سنها، إلا أن شخصيتها القوية في طفولتها جعلتها قائدةً بين أصدقائها. بابتسامتها وحماسها، لطالما خلقت جوًا من المحبة والتضامن. بفضل ذكائها وفطنتها، تطورت فكريًا بسرعة. لم ترضَ الفدائية فراشين عفرين بأي منصب أو حياة خارجة عن المألوف في المجتمع، بل دافعت عن قيم مجتمعها وإرث شهداء الثورة، وانضمت إلى صفوف النضال عام 2025، وبفكر القائد عبدالله أوجلان تطورت بشكل ملحوظ في الجوانب العسكرية والفكرية في فترة وجيزة. وكانت تتوق لفهم لغة الكون و فهم الحياة، ولمعرفة حقيقتها كامرأة، لتتمكن من بناء حياة جديدة من رمادها. إن ارتباطها بالمرأة والحياة يجعل تفكيرها أكثر وضوحاً. ومع ازدياد وضوح أفكارها، يصبح تصميمها على النضال يزرع الإيمان بالنجاح في قلوب رفيقاتها.
بعد أن قامت القائدة دنيز، والقائد هوار، روجبين، دلبرين وفراشين بعمليتهم الفدائية في التاريخ… ترتكب المرتزقة أعمالًا وحشية بحق جثامين شهدائنا و يقومون بالتمثيل بها. إنهم يسعون إلى سحق كرامة الشعب الكردي وشعوب المنطقة بهذه الأعمال اللاإنسانية، كما شهدنا أمثلة عديدة في تاريخ نضال الشعب الكردي ضد العديد من المقاتلين الذين وقعوا في الأسر واستشهدوا. عندما رأوا أن من تقود هذه الحرب الفريدة هي امرأة ثائرة، دنيز جيا، وأنها لا تسمح بسقوط حيّين صغيرين تحت قيادتها في أيدي هذا العدو المتعطش للدماء، ارتكبوا أعمالًا وحشية بضراوة لا تعرف حدودًا للأخلاق، وألقوا بقائدتنا من المبنى العالي الذي قامت فيه بعملها. أرادوا تدمير شرف مقاتلة والعديد من المقاتلين بهذا المبنى، لكن قائدتنا أحيت بموتها ودافعت عن شرف شعبها في ردٍّ حازم على العدو المتعطش للدماء والمحتل.
نستذكر بامتنان و احترام قادة هذه القضية وتضحياتهم، دنيز، هاوار، روجبين ،دلبرين وفراشين ، ونعد القائد والنساء اللواتي لم ينحنين، وصرخات الأطفال التي ارتفعت أصواتها في الشيخ مسعود والأشرفية؛ بأن قرارهم سيكون قرارنا، ولن نتوقف حتى نثأر لهم ونحقق أحلامهم. سنتوج عزيمتهم بالنصر.
الاسم الحركي : دنيز جيا
الاسم الحقيقي : زينب كردلي
اسم الأم : أمينة
اسم الأب : أمين
مكان و تاريخ الاستشهاد : 10.01.2026- شيخ مقصود\حلب
الاسم الحركي : روجبين أمارة
الاسم الحقيقي : وداد معمو
اسم الأم : دلال
اسم الأب : برهان
مكان و تاريخ الاستشهاد : 10.01.2026- شيخ مقصود\حلب
مكان و تاريخ الاستشهاد : 10.01.2026- شيخ مقصود\حلب
الاسم الحركي : فراشين عفرين
الاسم الحقيقي : مريم حورو
اسم الأم : شيرين
اسم الأب : محمد
مكان و تاريخ الاستشهاد : 10.01.2026- شيخ مقصود\حلب
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي المرأة اقليم شمال شرق سوريا Em di serî de Fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendil, Rojbin Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ku di berxwedaniya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayane gihîştine şehadetê bibîr tînin. Li beramberî têkoşeriya wan, ya bêhempa bejna xwe ditewînin. Di serî de ji mîmarê azadiyê Rêber APO, malbatê wan yên qehremanên tolhildêr û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ji 6’ê Çile ya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz ya HTŞ’ê êrîşekî dermirovî dane despêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî hatiye bikaranîn. Li beramberî van êrîşan, fermandar û şervanên me roja despêkê heya van kêliyan ji sekna xwe ya ku teslîmiyetê qebûl nake, taviz nedaye û berxwedane. Di vî şerê rûmetê de fedaiyên hemdemîn Denîz, Hawar, Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn bi biryardariya serkeftinê di çeperên herî pêş de cihê xwe girtine. Di vî şerî de bi bîr û baweriya ku di şexsê xwe de zivirandine vina tolhildanê re, ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve şerê taybet û polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin re bûne bersiveke mezin. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî cenga rûmetê bûne û bi vê sekna xwe di gel de maneviyatekî mezin avakirine. Bi derfetên pir kêm û bi çekên xwe yên ferdî re, ji gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re pêşengtî kirine û bi çalakiyên cûr be cûr re gelek êrîşên çeteyan şikandine. Di nava taxên Eşrefiyê û Şexmeqsu de bi bihost, bihost xwe kirine mertalên tola hezaran salan û dijminê dagirker bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’ re bibin xistine.
Li beramberî vê hêza gel ku di şervan û fermandarên pêşeng de şênber bûye, dijminê dagirker yê ku bi hişmendiya xwe ya cîhadist ji bo cîhanê xeteriyekî mezin avadikin, piştî ku dibînin nikarin li beramberî Egîd û Arinên vî gelî bisekinin, serî her cûre pêkanînên dermirovî didin. Kêleka teknika bejahî û hewayî, bi hezaran çeteyên ku çi exlaqê mirovî û şer, nasnakin bi gazên jehrê û pêkanînên her awayî êrîşî rûmeta vî gelî dikin. Her çiqas van çeteyan, dora şervan û gelê berxwedêr dorpeç kiribin jî fermandarên me yên hemdemin ji sekna xwe ya serhildêr taviz nadin û heya kêliya dawiyê parastina nirxên gelê xwe kirin.
Fermandarê vê taxima Fedaî, Hawar Qendile; Hawar Qendil di despêka şer de bi motivasyona xwe ya bilind ku moralê xwe felsefeya ku tucaran bin nakeve Rêber Apo digre, hemû hevalan re dibe hêza moralê. Hemû heval bi xwestek û wêrekiyek mezin cihê xwe di vî şerî de digrin. Fermandar Hawar li gor şerê bi tevger rêhevalên xwe bi cih dike. Her hevalek cihê ku çeper digre xwe dike sengereke ku qet neyê derbaskirin. Biryardariya Hawar biryardariya Taximê ye. Piştî şereke pir dijwar fermandar Hawar birindar dibe. Dema ku van fedayiyên hemdemin dibînin ku fermandar Hawar birîndar dibe, lê dev ji sengera xwe û rêhevalên xwe bernade, yêkser fedayi Denîz fermandariyê hildigre li ser milê xwe û li gor rêveçûna şer, bi taxima xwe re şer dike. Di nava vî şerî de yêkser Koordineya şer re tekmil dide û talîmatan pêktîne. Dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tangav dibe fermandar Denîz yêkser koordîneya şer re van gotinên dirokî bilêv dike;
‘’Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê bi taybetî ji bo jinan xeteriyeke mezin ava dikin, derdora me bi tangên mezin dorpeç kirine. Hêjmareke pir zêde çete êrîşî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, hemberî wan çalekî pêşxistin lê belê niha em cebilxana ku heyî ji bo neqede bi tedbir bikartînin. Ji xwe pêwîste hemû heval û gelê me bizanibin çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawî şer bikin. Bangawaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dêrsimê de xwe avêtin, Rindêxanan Pira Malabati de dawiya jiyana xwe anîn û jiyan avakirin, em jî yê tucaran ji berxwedaniyê paş de gav ne-avêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakirî heye. Ger ku em bizanibin êdî cebilxaneya me dawî bû, em her 5 heval yê bi hev re dijminê dagirker ku her cûre pêkanîn li ser rêheval û gelê me de anîne çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, tu tişt ji rûmeta gelê me parastinê girîngtir nîne. Yên ku demê pêwîst de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad’.
Nasnameya Şehîdên ku ji bo me bûne mîrateya jiyana azad; Fermandara me Denîz Çiya eslê xwe ji bajarê Efrînêye, lê, li bajarê Şamê jidayik dibe. Bi çanda welatparêz ya Efrinê mezin bûye. Malbata wê gelek bi nirxên civaka xwe û axa xwe ve girêdayiye. Kesayeta wê bi xweşikbûnên Efrîna rengîn tê xemilandin. Hîn zarokatiya xwe de li ser çanda exlaqî û polîtîk tê mezinkirin. Wek zaroka malê ya tenê bi heskirinek mezin, tê mezin kirin. Qasî nazerine, ewqas jî xwedî kesayetekî bandorkere ku derdora wê her civat çêdibin. Xwendevanekî jîre, li ser sosyolojiya jin û civakê lêhûrbûnên kur dike. Hîn temenekî biçûk de, rastiya doza gelê Kurd û doza heremê nasdike û xwe fikrê Rêber Apo re dike yek. Bi taybetî êrîşên dagirker yên li ser Efrin, Serêkanî, Şehba û Minbicê, di rêhevala me de kineke mezin dide avakirin. Rêheval Denîz li ser armanca ku bibe jineke azad ku civaka xwe re pêşengtî bike di sala 2024’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Dem di rêhevala me de zu wate dibe û bi kêliyan de xwe mezin avadike. Jin, xweza û gerdûn li gel hevala me di nava hevsengiyekê de dibe zimanê jiyanê. Ji bo vê jî jiyana Rêber Apo avakiriye pir hesdike û dixwaze seknekî sosyalîst di xwede avabike ku bibe bersiva hemû pirsgirekên ku di heremê û di Rojhilata Navîn de tê jiyankirin.
Fedayî Rojbîn Amara, li bajarê Hesekê jidayîk dibe. Di nava malbatekî welatparêz, ji eşîra sorkî ku girêdayî çanda dayik de tê mezinkirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikrê Rêber Apo nasdike. Ji bo şoreşa ku fikrên Rêber Apo hatiye afirandin, biparêze di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Bi fikrê Rêber Apo yê derbarê jinê de kesayeta xwe danehev dike. Bi kelecaneke mezin tevlî hemû xebatên bîrdozî û leşkerî dibe. Qasî ku dîrokê lêkolîn dike hêrsa wê ya li beramberî dijminê gelê Kurd zêdetir dibe. Kesayeta xwe li ser zanebûna dijmin danehev dike û xwe avadike. Bi sekna xwe ya wêrek û ji xwe bawer dibe pêşenga jiyana bi wate.
Fedayî Feraşîn Efrîn, li bajarê Efrinê jidayîk dibe. Bi çanda gelê welatparêz yê Efrinê mezin dibe. Hîn zarokatiya xwede bi kesayeta xwe ya bi mereq, xwe di aliyê hunerî û wêjeyi de pêş dixe. Rûxmê temenê xwe yê ciwan sekna wê ya danehev hîn zarokati de, wê dike pêşenga hevalên derdora wê kom dibin. Bi rûkenî û kelacana xwe hertim derdora xwe civata heskirinê çêdike. Bi jîrbûn û zekibûna xwe ji aliyê fikir û zikîr de zu pêşdikeve. Di nava civakê de seknek û jiyanekî ji rêzê ji xwe re napejirîne û ji bo nirxên civaka xwe û mîrateyên şehîdên şoreşê xwedî derbikeve û di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di nav refên têkoşînê de jî, di cihê xwede nasekine. Kesayeta wê ya mîna cîva xwe her bi fikrê Rêber Apo de çalak dike. Di aliyê leşkerî û bîrdozî de, di demekî pir kin de pir pêş dikeve. Ew êdî dixwaze zimanê gerdûnê fêmbike ku jiyanê fêmbike. Rastiya xwe wek jin nasbike ku bikaribe jiyanê ji xweliyên xwe avabike. Girêdana wê ya jin û jiyanê fikrê wê zelaltir dike. Qasî ku fikrên wê zelal dibin, biryara wê ya têkoşînê di çeperên herî pêşde jî wê dike pêşengekî ku di dılö hevalên wê de jî baweriya serkeftinê avadike.
Piştî ku di pêşengtiya fermandar Denîz de, fermandar Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn çalekiya xwe ya fedaî di diroka 10’ê Çileya 2026’an pêktinin. Çeteyên dagirker li beramberî cenazeyên şehîdên me gelek pêkanînên dermirovî dikin. Dixwazin bi van pêkanînên dermirovî wek dîroka têkoşîna gelê Kurd de jî, li beramberî gelek têkoşerên dîl hatine girtin û şehîd ketine de gelek mînakên wê hatine jiyankirin, rûmeta gelê Kurd û gelên heremê bişkînin Ji xwe dema ku dibînin ya ku pêşengtiya vî şerê bêhempa dike wek jinek serhildêr Deniz Çiyaye û bi rojane ku nahêle dibin fermandariya wê de 2 taxên biçûk bikevin destê vî dijminê xwînxwar, bi hêrsekî ku tu exlaqekî mirovî nasnake pêkanînên dermirovî dikin û pêşenga me li mala ku çalekiya xwe kiriye de ji jor di-avêjin xwarê. Wana xwestin bi vî avayî rûmeta jinek têkoşînvan û gelek têkoşînvan bişkênin, lê fermandara me bi mirina xwe jiyan afirand û xwedî derketina rûmeta gelê xwe re dijminê xwînxwar û dagirker re bû bersiveke bê eman.
Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz , Rojbin, û Feraşîn dubare bi minnetdarî û rêzdarî bibîrtinin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku seri netewandîn, egidên ku gav paşde ne-avêtin û qêrînênzarokên ku li Şêx Mesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola wan ranekin û xeyalên wan pêkneynin em ê tu caran nerawestin. Em ê bibiryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nav û Paşnavê Kod: Denîz Çiya
Nav û Paşnavê Rast: Zeyneb Kirdelî
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Emîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb
Nav û Paşnavê Kod: Rojbîn Amara
Nav û Paşnavê Rast: Wîdad Mamo
Navê Dayik: Delal
Navê Bav: Burhan
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb
Nav û Paşnavê Kod: Feraşîn Efrîn
Nav û Paşnavê Rast: Meryem Horo
Navê Dayik: Şêrîn
Navê Bav: Mihemed
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Jin Herêma Bakur U Rojhilatê Suriyayê
14 – 01 – 2026












![{"remix_data":[],"remix_entry_point":"challenges","source_tags":[],"origin":"unknown","total_draw_time":0,"total_draw_actions":0,"layers_used":0,"brushes_used":0,"photos_added":0,"total_editor_actions":{},"tools_used":{"addons":1,"effects":1},"is_sticker":false,"edited_since_last_sticker_save":true,"containsFTESticker":false}](/wp-content/uploads/2024/08/Picsart_24-08-22_14-21-26-863-230x129.jpg)





