تعلن قوى الأمن الداخلي، قوى الأمن الداخلي – المرأة، وحدات حماية المرأة YPJ، وبدعم من قوات سوريا الديمقراطية والتحالف الدولي، عن انتهاء المرحلة الجديدة من عملية “الإنسانية والأمن” في مخيم الهول.
جاءت هذه المرحلة امتداداً لجهودنا المتواصلة في مواجهة خطر خلايا تنظيم داعش التي سعت خلال الفترة الماضية إلى زعزعة الأمن داخل المخيم واستهداف المدنيين والعاملين في المجال الإنساني.
وقد حققت الحملة نتائج بارزة، من أهمها:
•تفكيك شبكات إرهابية نشطة كانت تعمل داخل المخيم.
•إلقاء القبض على (11) عنصراً مرتبطين بتنظيم داعش.
•إحباط عدة محاولات لاستهداف المرافق الخدمية والإنسانية.
•تنفيذ عمليات نوعية ليلية ضد أوكار الإرهابيين، أسفرت عن تدمير بؤر خطرة كانت تخطط لشن هجمات ضد قواتنا، والحد من تحركات الخلايا الإرهابية داخل المخيم ومحيطه.
كما ساهمت العملية في تعزيز التنسيق مع المنظمات الإنسانية، وضمان استمرار مهامها بأمان، إضافة إلى توفير بيئة أكثر استقراراً لقاطني المخيم.
نؤكد أن دعم قوات سوريا الديمقراطية وشركائنا في التحالف الدولي كان له تأثير على التقدّمات التي أنجزناها في عملية “الإنسانية والأمن”. ونؤكد أن معركتنا ضد الإرهاب مستمرة، وأن حماية المدنيين وتلبية احتياجاتهم الإنسانية ستبقى في صلب أولوياتنا، حتى القضاء بشكل كامل على محاولات تنظيم داعش لإعادة إنتاج نفسه وفكره المتطرف.
المجد لشعبنا وصمود قواتنا
القوات المشاركة في عملية “الإنسانية والأمن”
06.09.2025 Em, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî, dawîkirina qonaxa nû ya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê radigihînin.
Ev qonax hewlên me yên berê temam dike ji bo rûbirûbûna gefên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve tên çêkirin, ku di demên dawî de hewl dane ewlehiya di nav kampê de têk bibin û sivîl û xebatkarên ku di saziyên mirovî yên xizmetguzariyê, di nav kampê de dixebitin, hedef bigirin.
Ev operasyon encamên girîng bi dest xistiye, yên herî berbiçav ev in:
● Girtin û hilweşandina torên terorîst ên ku di nav kampê de dixebitin
● Girtina 11 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê
● Têkbirina hewldanek ji bo hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û mirovî
● Pêkanîna operasyonên şevê yên taybet li dijî veşartgehên terorîstan, ku di encamê de cihên ku êrîşan lê pilan dikin hatin hilweşandin û tevgerên şaneyên terorîst di nav û derdora kampê de hatin sînordarkirin.
Her wiha operasyon beşdarî xurtkirina hevrêziyê bi rêxistinên mirovî re, misogerkirina berdewamiya xebata wan a ewle di nav kampê de, û dabînkirina hawîrdorek aramtir ji bo niştecihên wê bû.
Em wek hêzên tevlî operasyonê bûne diyar dikin ku encamên me ji operasyona Mirovî û Ewlehiyê girtiye, bandora piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevkarên me yên di Hevpeymaniya Navneteweyî jî di vê pêşvaçûnê de, diyarker bû. Em tekez dikin ku şerê me yê li dijî terorê wê her berdewam bin, û parastina sivîlan û misogerkirina pêdiviyên wan ên mirovî dê heya ku hemû hewldanên vejandina DAIŞ’ê û îdeolojiya wê ya tundrew ji holê neyên rakirin, dê pêşîniyên me yên sereke bin.
Bijî Gelê Me û berxwedaniya hêzên me
Hêzên Beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne
06.09.2025