اجتماع حواري في الحسكة بين قواتنا وقوات سوريا الديمقراطية وممثلي العشائر لمناقشة المرحلة المقبلة Civînek goftûgoyê li Hesekê di navbera hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên eşîran de ji bo gotûbêjkirina qonaxa bê

14 ديسمبر 2024آخر تحديث :
اجتماع حواري في الحسكة بين قواتنا وقوات سوريا الديمقراطية وممثلي العشائر لمناقشة المرحلة المقبلة Civînek goftûgoyê li Hesekê di navbera hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên eşîran de ji bo gotûbêjkirina qonaxa bê

عُقد يوم الثلاثاء، 12 ديسمبر، اجتماع وندوة حوارية في صالة النجوم بمدينة الحسكة، نظمها مكتب العلاقات في كل من قوى الأمن الداخلي وقوات سوريا الديمقراطية. حضر اللقاء ممثلو العشائر العربية والكردية والسريانية، إلى جانب وجهاء وشيوخ من مختلف المناطق، وذلك لمناقشة المرحلة المقبلة بعد سقوط نظام الأسد ودور الإدارة الذاتية في مستقبل المنطقة.

افتتحت الندوة بكلمات من ممثلي الجهات المنظمة، حيث ألقى ممثل مكتب علاقات قوى الأمن الداخلي، كلمة تناولت الخطوات المستقبلية المطلوبة لتحقيق الاستقرار والتنمية. كما تحدث ممثل مكتب علاقات قوات سوريا الديمقراطية عن أهمية تعزيز التكاتف بين المكونات المختلفة في ظل الظروف الراهنة.

وشارك مجلس الأعيان بكلمة أكدت على ضرورة التركيز على التعاون بين كافة الأطراف لتحقيق مصالح جميع مكونات المنطقة. وفي نهاية الندوة، قدم شيوخ ووجهاء العشائر مجموعة من المطالب والاحتياجات الضرورية للمرحلة المقبلة، مؤكدين على أهمية دعم البنية التحتية والخدمات الأساسية وتعزيز الأمن والاستقرار.

يأتي هذا الاجتماع في إطار جهود الإدارة الذاتية وقوى الأمن لتعزيز الحوار المجتمعي والتخطيط المشترك للمرحلة الانتقالية، بما يضمن تحقيق تطلعات أبناء المنطقة نحو مستقبل مستقر ومزدهر ومحاربة الفتنة وتحكيم العقل من أجل سلامة أبناء شعبنا.

Roja sêşemê 12ê Kanûnê li hola Stêrkan (El Nicûm ) a bajarê Hesekê ji aliyê Nivîsgeha Têkiliyên her du Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve civînek diyalogê hat lidarxistin. Di civînê de nûnerên eşîrên Ereb, Kurd û Suryan û navdar û şêxên ji herêmên cuda amade bûn, ji bo gotûbêjkirina qonaxa bê piştî rûxandina rêjîma Esed û rola Rêveberiya Xweser di paşeroja herêmê de.

Civîn bi axaftinên nûnerên desteyên organîzator ve dest pê kir û nûnerê Ofîsa Têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftinek pêşkêş kir û tê de behsa gavên paşerojê yên ji bo bidestxistina îstiqrar û pêşketinê hat kirin. Nûnerê ofîsa Têkiliyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî li ser girîngiya xurtkirina hevgirtinê di navbera pêkhateyên cuda de li gorî rewşên heyî axivî.

Meclîsa rûsipiyan bi axaftinekê beşdar bû û têde tekezî li ser giringîdan bi hevkarîkirina hemû alîyan bo bidestxistina berjewendîyên hemû pêkhateyên herêmê kir. Di dawiya civînê de, şêx û navdarên eşîran komek daxwaz û pêdiviyên pêwîst ji bo qonaxa bê pêşkêş kirin, û tekezî li ser giringiya piştevaniya binesaziyan û xizmetguzariyên bingehîn û bihêzkirina ewlehî û aramiyê kirin.

Ev civîn di çarçoveya hewlên Rêveberiya Xweser û hêzên asayîşê de tê ji bo pêşxistina diyaloga civakî û plansaziya hevbeş ji bo qonaxa veguhêz, dabînkirina pêkanîna hêviyên gelên herêmê ber bi paşerojeke aram û geş, rûbirûbûna fitneyê û hikumkirina aqil ji bo ewlehiya gelê me.

خبر عاجل