تعزيزاً للاستقرار و مواجهة التحديات و تحقيق التشاركية عُقد اجتماع موسع في دير الزور Ji bo xurtkirina îstiqrarê û rûbirûbûna pirsgirêkan û bidestxistina hevkariyê li Dêrezorê civînek berfireh hat lidarxistin.

15 أغسطس 2024آخر تحديث :
تعزيزاً للاستقرار و مواجهة التحديات و تحقيق التشاركية عُقد اجتماع موسع في دير الزور Ji bo xurtkirina îstiqrarê û rûbirûbûna pirsgirêkan û bidestxistina hevkariyê li Dêrezorê civînek berfireh hat lidarxistin.

عقدت الإدارة العامة لقواتنا في مقاطعة دير الزور جلسة موسعة اليوم الأربعاء 14 أغسطس/آب، بمدينة البصيرة. حضر الجلسة ممثلون عن حزب سوريا المستقبل، المجالس المدنية، ووجهاء المنطقة، وذلك لمناقشة الوضع السياسي والأمني في ضوء الأحداث الأخيرة التي شهدتها المنطقة.
ناقش الحضور خلال الجلسة المستجدات السياسية والأمنية التي تشهدها دير الزور، مع التركيز على الأحداث الأخيرة التي أثرت على استقرار المنطقة.
كما تم الاستماع لمطالب الأهالي و آرائهم و اقتراحاتهم الهادفة إلى تعزيز الأمن و التشاركية، و تحقيق مجتمع آمن و مستقر.
بينت الإدارة العامة لقوى الأمن الداخلي في دير الزور خلال الاجتماع على الدور الحيوي للأهالي في مواجهة التحديات التي تهدد الأمن، مشيرة إلى أهمية التكاتف والتعاون مع قوى الأمن لدرء أي فتنة قد تؤثر على السلم المجتمعي، مؤكدة حرص قواتنا على التواصل المستمر مع الأهالي لضمان مشاركتهم الفعالة في الحفاظ على الأمن والسلم في المنطقة.
تأتي هذه الجلسة ضمن سلسلة من الجهود المستمرة لتعزيز الأمن والاستقرار في دير الزور، في ظل التحديات الراهنة التي تواجها المنطقة.

Rêveberiya Giştî ya hêzên me li kantona Dêrezorê îro Çarşemê 14ê Tebaxê li bajarokê El-Bisêre civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Sivîl û rûspiyên herêmê amade bûn û rewşa siyasî û ewlehî ji ber bûyerên dawî yên ku li herêmê rû didin hatin nîqaşkirin.
Di civînê de, kesên amade pêşketinên siyasî û ewlehî yên li Dêrezorê diqewimin nîqaş kirin û tekezî li ser bûyerên vê dawiyê yên ku bandorê li aramiya herêmê kirine, kirin.
Her wiha guhdarî li daxwaz, nêrîn û pêşniyarên milet hatin kirin ku bi mebesta zêdekirina ewlehî û hevkariyê û pêkanîna civakek ewle û aram.
Di civînê de, Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrezorê bal kişand ser rola girîng a milet di rûbirûbûna wan kêşeyên ku metirsiyê li ser ewlehiyê dikin, û balkişand li ser giringiya hevgirtin û hevkariya bi hêzên ewlekariyê re ji bo nehiştina her cureyên fitneyê yên ku bandorê li aramiya civakê dike, tekezî li ser wê yekê kir ku hêzên me bi berdewamî bi milet re danûstandinê dikin da ku hevkariya wan a bi bandor di parastina ewlehî û aramiyê de li herêmê de hebe.
Ev rûniştin di çarçoveya hewlên berdewam ên ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê li Dêrezorê tê, ku li ber çavê kêşeyên heyî yên li ser herêmê pêk tên.

خبر عاجل