قواتنا تنظم ندوات توعوية حول مخاطر المخدرات في تل براك والشدادي Hêzên me li Til Birak û Şedadî semînerên hişyariyê li ser metirsiyên madeyên hişbir organîze kirin

22 سبتمبر 2024آخر تحديث :
قواتنا تنظم ندوات توعوية حول مخاطر المخدرات في تل براك والشدادي Hêzên me li Til Birak û Şedadî semînerên hişyariyê li ser metirsiyên madeyên hişbir organîze kirin

في إطار جهود مكافحة المخدرات، نظمت قواتنا ندوتين توعويتين في مدينتي الشدادي وتل براك، تناولتا مخاطر المخدرات وتأثيراتها السلبية على المجتمع.

شهدت الندوتان حضوراً واسعاً من مختلف شرائح المجتمع، حيث تم تقديم شرح مفصل عن أنواع المخدرات الطبيعية والصناعية، مع تسليط الضوء على الأضرار النفسية والجسدية التي يسببها تعاطيها. كما تم التطرق إلى السلوكيات التي قد تشير إلى تعاطي المخدرات، والتشديد على ضرورة الإبلاغ عن الحالات المشتبه بها للحد من انتشار هذه الآفة.

خلال النقاشات، قدم الحاضرون اقتراحات عدة لدعم جهود مكافحة المخدرات، وأشادوا بالدور الفعّال الذي تقوم به قواتنا في ملاحقة التجار والمروجين.

كما تم التذكير بالرقم الساخن المخصص للإبلاغ عن أي أنشطة مشبوهة تتعلق بالمخدرات، والتأكيد على أهمية التعاون بين الأهالي وقوات مكافحة المخدرات لحماية المجتمع. الرقم الساخن للبلاغات المتعلقة بالمخدرات: 0995966682.


Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî madeyên hişbir de, hêzên me li bajarên Şedadî û Til Birak 2 semînerên hişyariyê li dar xistin û di wan semîneran de metirsiyên madeyên hişbir û bandorên neyînî yên li ser civakê nirxandin.

Di her 2 semîneran de beşdarbûneke berfireh ji beşên curbicur ên civakê pêk hat, ku tê de ravekirineke berfireh derbarê cureyên madeyên hişbir ên xwezayî û çêkerî de hat pêşkêşkirin, û tekezî li ser ziyanên derûnî û laşî yên ku ji ber bikaranîna wan tên. Tevgerên ku dibe ku nîşana bikaranîna hişbirê dike jî hatin nîqaşkirin, û bal hat kişandin ser hewcedariya ragihandina bûyerên gumanbar ji bo sînordarkirina belavbûna vê nexwaşiyê.

Di dema nîqaşan de, beşdaran gelek pêşniyar pêşkêş kirin ji bo piştgirîkirina kedên dijî madeyên hişbir, û pesna rola bibandor a hêzên me di şopandina bazirgan û belavkaran de dan.

Li ser xeta telefonê ya ku ji bo ragihandina her cure çalakiyên gumanbar ên têkildarî madeyên hişbir hatiye destnîşan kirin jî hate gotin û tekezî li ser girîngiya hevkariya di navbera malbatan û hêzên dijî madeyên hişbir ji bo parastina civakê hate kirin. Ji bo giliyên têkildarî hişbirê xeta telefonê: 0995966682.

خبر عاجل