بيان انطلاق عملية “الأمن الدائم” في مخيم الهول ومحيطه Daxuyaniya Destpêkirina Operasyona “Ewlehiya Domdar”

6 نوفمبر 2024آخر تحديث :
بيان انطلاق عملية “الأمن الدائم” في مخيم الهول ومحيطه Daxuyaniya Destpêkirina Operasyona “Ewlehiya Domdar”

على مدى أكثر من عام زادت هجمات وتحركات خلايا داعش الإرهابية في مخيم الهول ومحيطه، ولا سيما في الريفين الجنوبي والشمالي لمدينة الهول، حيث قامت تلك الخلايا الإرهابية بالعديد من الهجمات الإرهابية ضد قاطني المخيم وقوى الأمن والتخطيط لهجمات أخرى تم إحباطها والقبض على عناصرها.
بمواجهة ذلك، نفذت قواتنا المزيد من العمليات الاستباقية المكثفة ومواصلة الضغط على الخلايا الإرهابية منعاً من إعادة نشاطها ولجم تحركاتها، وقد تحققت العديد من النتائج الإيجابية ولا سيما من ناحية القضاء على العديد من الخلايا ومتزعميها، ومنعها من تحقيق أهدافها في ضرب الأمن والاستقرار والقيام بالعمليات الإرهابية ضد الأهالي والقوات العسكرية والأمنية.
ونظراً لما يمثله مخيم الهول والسجون التي تحوي عناصر تنظيم داعش من أهمية للتنظيم الإرهابي، فأنه حاول خلال الفترة الماضية مراراً وتكراراً الوصول إلى المخيم وتحريك خلاياه، حيث كانت المناطق الصحراوية والنائية في ريفي الهول والشدادة مركزاً ومنطلقاً للعمليات الإرهابية والتخطيط للهجوم على المخيمات والسجون، تزامن ذلك مع تحركات للخلايا الإرهابية ضمن المخيم وحولها ومحاولة الفرار عدة مرات وإحداث الفوضى ضمن بعض قطاعات المخيم لتشتيت جهود قوى الأمن المسؤولة عن المخيم.
ومع انشغال العالم بالحروب المتعددة في الشرق الأوسط يبقى احتمال عودة التنظيم واقعاً لا بد من مواجهته، وخاصة في المناطق النائية التي عادة ما يلجأ إليها للتخطيط للهجمات على السجون والمخيمات بهدف لم شمل عناصر داعش مع عائلاتهم ومن ثم إعادة النشاط مجدداً، حيث سجّل العام الجاري العديد من المحاولات للوصول إلى مخيم الهول وكذلك السجون التي تأوي عناصر داعش في شمال وشرق سوريا من قبل عناصر التنظيم، الذي يعتبر تلك المواقع أهدافاً أساسية واستراتيجية لخلاياه، وحماساً لخطاباته وآلته الدعائية.
وبمواجهة ذلك، فأن قوّاتنا التي تعاملت بكل مهنية وإخلاص ضد مخططات الخلايا الإرهابية، أكدت دوماً على جاهزيتها لملاحقة داعش وتجفيف منابع الإرهاب.
واستكمالاً لكفاحنا المستمر، فأننا نعلن اليوم وبدعم ومساندة من قوّات التحالف الدولي انطلاق عملية “الأمن الدائم” لتفتيش مخيم الهول ومحيطه وملاحقة فلول داعش والمتعاونين معه في المخيم وتطهير المناطق الريفية من إجرامه وتأمينها أمنياً.
هذه العملية تأتي عقب معلومات واعترافات لعناصر داعش الذين ألقي القبض عليهم خلال الفترة السابقة تؤكد بعودة نشاط الخلايا الإرهابية في المناطق الصحراوية وتخطيطها للهجمات، حيث شكّل الهجوم الغادر الذي تعرضت له دورية لقوى الأمن الداخلي على طريق الهول – الشدادة بتاريخ ٢٦ أيلول الماضي وأدى إلى استشهاد ثلاثة من أفراد القوات تذكيراً بأن إرهاب داعش لا يزال يشكل خطراً على المنطقة، ولا بد من القيام بعملية شاملة وواسعة النطاق لملاحقة الخلايا الإرهابية والقضاء عليها.
وعلى هذا الأساس، تؤكد قوّات عملية “الأمن الدائم” المتشكلة من “قوى الأمن الداخلي- قوى الأمن الداخلي المرأة – وحدات حماية المرأة – قوات سوريا الديمقراطية”، عزمها وإصرارها على نجاح العملية وتعزيز المعركة ضد داعش، بما يضمن تجنيب المنطقة من محاولات ضرب الأمن والاستقرار.

غرفة عمليات الأمن الدائم
٠٦ تشرين الثاني ٢٠٢٤

Zêdetirî salekê ye tevger û êrîşên terorî yên DAÎŞ’ê li kampa Holê û derûdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne. Ev şaneyên terorî gelek êrîşên hovane li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlekariya Hundurîn pêk anîn û plan dikirin êrîşên cuda ku di demên borî de ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin û endamên wan şaneyan hatin girtin, hewldan li seranserî herêmê pêk bînin.
Li hemberî van plan û êrîşan hêzên me yên ewlekarî û parastinê gelek çalakiyên pêş wext pêk anîn û bi domdarî zext li van şaneyên terorî kirin da ku tevger û xebatên wan asteng bikin. Li ser vê bingehê gelek encamên erênî hatin bidest xistin. Bi vê re gelek êrîşên terorî yên mezin, şane û berpirsên wan hatin bê bandorkirin û nekarîn armancên xwe yên têkbirina ewlehî û aramiya heremê pêk bînin.
Kampa Holê û zindanên ku endamên rêxistina DAÎŞ’ê di nava xwe de dihewînin, ji bo rêxistina terorî xwedî girîngiyeke mezine. Ji ber wê di dema borî de gelek caran hewldan xwe bighînin kampê û şaneyên xwe bixin tevgerê. Herêmên Çolî û dûr yên derdora bajarê Hol û Şedadê bûbû navenda rêveçûna çalakiyên terorî ku plan dikirin ji van deveran êrîşê kamp û zindanan bikin.

Hemwextî van planan, tevgera şaneyên terorî di nava kampê de zêde bûn û gelek caran hewl dan ku fîrar bikin û aloziyê di nava feyzên kampê de çêkin da ku lêhûrbûna hêzên ewlekariyê ku berpirsên kampê ne belav bikin.
Di dema ku cîhan bi şerên cihêreng ên Rojhilata Navîn re mijûle, gûmana ji nûve vegera rêxistina DAÎŞ’ê rastiyeke û divê em li hemberî wê rawestin. Bi taybetî herêmên çolê yên dûr ku DAÎŞ ji bo xwe weke stargeh bikar tîne. Bi van êrîşan armanc dike ku endamên xwe bighîne malbatên wan da ku ji nûve wan çalak bike. Sala borî gelek hewldanên xwe gihandina kampa Holê û zindanên girtiyên DAÎŞ’ê yên bakur-rojhilatê Sûrî hatin tomar kirin. Endamên rêxistina terorî van baregehan weke armancên sereke û stratejîk ji bo şaneyên xwe dibîne, her wiha weke amûreke sereke ya propagandayê bi awayek xurt bikar tîne.
Li hemberî van hewldanan, hêzên me bi awayek dilsoz û pispor nêzî planên şaneyên terorê bûn û her demê tekez kirin ku ew amade ne da ku şaneyên DAÎŞ’ê ji holê rakin û çavkaniyên terorê zûha bikin.
Weke dewamiya têkoşîna me ya domdar û bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navnetewî îro em pêngava “Ewlehiya Domdar” radighînin. Operasyona me bi armanca kontrolkirina kampa Holê û derûberên wê, her wiha ji bo li bermahiyên DAÎŞ bigere û hevkarên wê zevt bike. Wê ev operasyona me kampa Holê û gundewarên wê ji terora DAÎŞ paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne.
Ev operasyon li ser bingehê agahî û mukurhatinên endamên DAÎŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin hate destpê kirin. Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAÎŞ’ê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrîşên nû dikin. Di dîroka 26’ê Îlonê dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundurîn li ser riya Hol-Şedadê rastî êrîşeke xedar hatin û di encamê de 3 endamên asayîşê şehîd bûn. Ev êrîş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAÎŞ’ê hê jî xeterî li ser herêmê ava dike û destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.
Li ser vê bingehê hêzên operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundurîn û Hêzên Ewlekariya Hundurîn Jin pêk tê, tekez dike ku ew bi israre bi awayek xurt li hember van şaneyên terorî raweste û operasyonê bi awayek serkeftî bi encam bike da ku herêmê ji her awayî hewldanên têkbirina aramî û ewlehiya herêmê biparêze.

Odeya Operasyona “Ewlehiya Domdar”
6 Mijdar 2024

خبر عاجل