قواتنا تُخرّج دورة تدريبية من مدرسة الشهيد “منذر” حملت اسم الشهيد “شيركو الرشو” Hêzên me li dibistana şehîd “Munzêr” bi navê şehîd Şêrko El-Reşo dewreyeke perwerdeyê bi dawî kirin

16 سبتمبر 2024آخر تحديث :
قواتنا تُخرّج دورة تدريبية من مدرسة الشهيد “منذر” حملت اسم الشهيد “شيركو الرشو” Hêzên me li dibistana şehîd “Munzêr” bi navê şehîd Şêrko El-Reşo dewreyeke perwerdeyê bi dawî kirin

نظّمت مدرسة الشهيد “منذر” اليوم، الأحد 15 سبتمبر/أيلول، مراسم تخريج دورة تدريبية لأعضاء قواتنا، حملت اسم الشهيد “شيركو الرشو”.

جرت المراسم بحضور عائلة الشهيد، والإدارة العامة للكليات والمدارس، والإدارة العامة لقواتنا في مقاطعة الجزيرة، بالإضافة إلى عدد من الضباط وصف الضباط. بدأت مراسم التخريج بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً لأرواح الشهداء.

ثم ألقى الإدارة العامة لقواتنا في مقاطعة الجزيرة العقيد “قهرمان مراد” كلمة هنأ فيها المتخرجين على إنهائهم الناجح للدورة التدريبية، مشيداً بالجهود التي بُذلت لإنجاح الدورة، ومنوهاً بأهمية هذه الدورات في صقل القدرات والمهارات الأمنية، حتى يتمكن أعضاء قواتنا من أداء واجبهم على أكمل وجه.

كما ألقى شقيق الشهيد “شيركو” كلمة باسم عائلة الشهيد، عبّر فيها عن شعورهم بالفخر والاعتزاز بتخريج دورة تحمل اسم الشهيد “شيركو”. وأكد أن الشهداء أحياء في قلوبنا وعقولنا، وأنهم سيستمرون في السير على خطاهم لتحقيق المبادئ والقيم التي ضحّوا بحياتهم من أجلها.

وفي الختام، وُزّعت شهادات التخرج على الخريجين، الذين أتموا بنجاح جميع الاختبارات في مختلف الدروس الفكرية والعسكرية والأمنية.


Îro yekşemê 15ê Îlonê, dibistana Şehîd Munzêr bi merasîmekê dewreyeke perwerdeyê ya endamên hêzên me bi navê şehîd “Şêrko El-Reşo” li dar xist.

Merasîm bi amadebûna malbata şehîd, Rêveberiya Giştî ya fakulte û Dibistanan û Rêveberiya Giştî ya hêzên me ya kantona Cizîrê tevî hejmarek efser û refa efseran hate lidarxistin. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştre jî Rêveberiya Giştî ya hêzên me ya kantona Cizîrê Serheng “Qehraman Murad” axaftinek pêşkêş kir û tê de pîrozbahî li derçûna dewreya perwerdeyê kirin ku serkeftî derbas bû, û hewldanên ku ji bo serxistina dewreyê hatine kirin nirxand û bal kişand ser girîngiya van dewreyan di xurtkirina jêhatîbûnên ewlekarî de, da ku endamên hêzên me bi tevahî erkên xwe rabin.

Birayê şehîd “Şêrko” jî li ser navê malbata şehîd axaftinek pêşkêş kir û tê de şanaziya xwe bi derçûna dewreya bi navê şehîd “Şêrko” nîşan da. Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîd di dil û mejiyê me de zindî ne û ji bo bidestxistina prensîb û nirxên ku ji bo wê canê xwe feda kirine dê li ser şopa wan berdewam bin.

Di encamnameyê de bawernameyên derçûnê hatin belavkirin, ku di dersên curbicur ên fikrî, leşkerî û ewlekarî de hemû ezmûn bi serketî bi dawî kirin.

خبر عاجل