إلى شعبنا والرأي العام
في تمام الساعة السابعة من مساء اليوم السبت، تعرّض معبر دير حافر لاستهداف مباشر من قبل طائرة مسيّرة انتحارية تابعة لفصائل منفلتة مرتبطة بحكومة دمشق.
وقد أدى هذا الهجوم الغادر إلى إصابة أربعة من أعضائنا أثناء أدائهم لواجبهم في حماية أمن واستقرار المنطقة وتأمين المعبر أمام حركة المدنيين والبضائع.
إننا في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – إقليم شمال وشرق سوريا، نُدين بأشد العبارات هذا العدوان الإجرامي الذي يُشكّل اعتداءً سافراً على أمن واستقرار مناطقنا، ويُظهر مجدداً نهج هذه الفصائل في زعزعة الأمن واستهداف قواتنا التي تبذل كل ما في وسعها لحماية سكان المنطقة.
ونؤكد في الوقت ذاته أن مثل هذه الهجمات الجبانة لن تُثنينا عن أداء واجبنا الوطني والإنساني في الدفاع عن شعبنا وضمان أمنه، وسنواصل عملنا بحزم في مواجهة كل من يحاول العبث بأمن مناطقنا واستقرارها.
الشفاء العاجل لجرحانا، والمجد والكرامة لقواتنا التي تواصل دفاعها عن قيم الحرية والأمان.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي
إقليم شمال وشرق سوريا
الأحد ٥ تشرين الأول/أكتوبر ٢٠٢٥ Ji gelê me û raya giştî re
Êvara îro Şemiyê saet 7’ê êvarê, Xala Derbasbûnê ya Dêr Hafirê rasterast ji aliyê droneke xwekuj a girêdayî aliyên komên nekotrolkirî ên girêdayî Hikûmeta Şamê ve hate armancgirtin.
Ev êrişa xayîn bû sedema birîndarbûna çar endamên me dema ku erkê xwe yê parastina ewlehî û aramiya herêmê û ewlekirina dergehê ji bo tevgera sivîl û kelûpelan pêk dianîn.
Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi tundî vê êrişa sûcdar şermezar dikin, ku êrîşeke eşkere li ser ewlehî û aramiya herêmên me ye û careke din nêzîkatiya van aliyan ji bo bêîstîqrarkirina ewlehiyê û armancgirtina hêzên me yên ku her tiştê ji destê wan tê da ku niştecihên herêmê biparêzin, nîşan dide.
Di heman demê de, em piştrast dikin ku êrişên bi vî rengê tirsonek dê me ji bicihanîna erkê me yê neteweyî û mirovî yê parastina gelê xwe û misogerkirina ewlehiya wan dûr nexin. Em ê çalakiya xwe ya bi biryar li dijî her kesê ku hewl dide destwerdanê li ewlehî û aramiya herêmên me bike, bidomînin.
Başbûneke bilez ji bo birîndarên me, meznahî û rûmet ji bo hêzên me yên ku nirxên azadî û ewlehiyê diparêzin re.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekşem, 5’ê Cotmehê 2025