إلى شعبنا والرأي العام
تعرّضت إحدى مركبات قواتنا العاملة في قسم العمليات صباح اليوم لهجوم مسلح من قبل مجموعة إرهابية، وذلك أثناء قيامها بمهامها الأمنية بالقرب من بلدة محميدة في ريف دير الزور الغربي.
وأسفر الهجوم الغادر عن إصابة اثنين من أعضاء قواتنا فيما باشرت أجهزتنا الأمنية على الفور بتمشيط المنطقة وفتح تحقيق موسّع للكشف عن هوية الجناة وملاحقتهم لضمان تقديمهم للعدالة.
إننا في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – إقليم شمال وشرق سوريا نؤكد أن مثل هذه الأعمال الإرهابية الجبانة لن تثنينا عن أداء واجبنا في حفظ الأمن والاستقرار وحماية أهلنا في المنطقة. كما نهيب بجميع الأهالي التعاون مع قواتنا عبر الإبلاغ عن أي تحركات مشبوهة أو معلومات قد تسهم في كشف هذه المجموعات الخارجة عن القانون.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – شمال وشرق سوريا
السبت ٢٧ أيلول/سبتمبر ٢٠٢٥ Ji Gelê me û Raya Giştî re
Îro sibehê, yek ji erebeyên hêzên me yên ku di Beşa Operasyonê de dixebitin, dema ku li nêzî bajarokê Mehmîdeyê li gundewarê rojavayê Dêrezorê erkên xwe yên ewlehiyê pêk dianî, rastî êrîşa komeke terorîst a çekdar hat.
Di encama êrîşa xayîn de 2 endamên hêzên me birîndar bûn. Hêzên me yên ewlehiyê tavilê dest bi temşîta herêmê kirin û lêpirsîneke berfireh vekirin ji bo ku sûcdaran nas bikin û wan bişopînin, da ku radestî edaletê bikin.
Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, piştrast dikin ku kiryarên terorîst ên bi vî rengî yên tirsonek dê me ji pêkanîna erkê xwe yê parastina ewlehî û aramiyê û parastina gelê xwe li herêmê dûr nexin. Her wiha em bang li hemû welatiyan dikin ku bi ragihandina her tevger an agahdariya gumanbar ku dibe ku bibe alîkar ji bo eşkerekirina van komên neqanûnî, bi hêzên me re hevkariyê bikin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Şemî, 27ê Îlonê, 2025