بيان من قوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا
تواصل قواتنا عملها على مدار الساعة في مكافحة آفة المخدرات في جميع أنحاء شمال وشرق سوريا. وفي هذا الإطار، نفذت قواتنا فجر اليوم السبت، 19 تموز/يوليو، عملية مداهمة في قرية طرطب جنوب مدينة قامشلو، وهي منطقة كانت سابقاً تحت سيطرة النظام السوري البائد.
وخلال مداهمة أحد المنازل العائد لأحد تجار المخدرات، والذي كان سابقاً عضوًا في ميليشيا الدفاع الوطني، تعرضت قواتنا لإطلاق نار كثيف من عدة اتجاهات، ما اضطرها إلى الرد على مصادر النيران.
وقد أسفرت الاشتباكات عن إصابة أربعة من أعضاء قواتنا، وارتقاء أحد أعضائنا من مكافحة المخدرات إلى مرتبة الشهادة، بالإضافة إلى مقتل أحد تجار المواد المخدرة وإصابة آخر والقبض على عدد من المطلوبين في تجارة المخدرات.
ويجدر بالذكر أن التاجر الذي تمت مداهمة منزله يُعد من أخطر المطلوبين في ملفات المخدرات، وله سوابق مثبتة في اعترافات سابقة تتعلق بتهريب وتوزيع المواد المخدرة، وكان يشكل تهديداً مباشراً لأمن المجتمع من خلال أعماله التخريبية.
تواصل قواتنا في الوقت الحالي فرض طوق أمني على المنطقة وتمشيطها، بهدف ملاحقة المطلوبين وتقديمهم إلى العدالة، حيث ستعرض قواتنا تفاصيل اعترافاتهم وتبيان وضعهم للرأي العام فور إنتهاء التحقيقات اللازمة.
نحن في قوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا، نؤكد لأبناء شعبنا بكل مكوناته أن عملنا في مكافحة آفة المخدرات مستمر، وأن مثل هذه المحاولات لن تثنينا عن عزيمتنا وإصرارنا على اجتثاث هذه الظاهرة التي تستهدف مجتمعنا وشبابنا.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا
19 تموز 2025 Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Hêzên me ji bo têkoşîna li dijî belaya hişbirê ya li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dorveger dewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên me danê sibehê roja Şemiyê 19’ê Tîrmehê li gundê Terteb ê dikeve başûrê bajarê Qamişlo ku berê di bin kontrola rejîma Sûriyê de bû, çalakiyek pêk anîn.
Di serdegirtina mala bazirganekî hişbirê de ku berê endamê Dîfa’i El-Wetenî bû, hêzên me ji gelek aliyan ve rastî gulebaranên dijwar hatin û neçar man ku bersiv bidin cihê gulebaranan.
Di encama şer û pevçûnan de 4 endamên hêzên me birîndar bûn û endamekî yekîneya têkoşîna li dijî hişbirê şehîd bû, her wiha bazirganekî hişbirê hat kuştin û yek jî birîndar bû û gelek bazirganên hişber ên ku dihatin xwestin jî hatin girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bazirganê ku serdegirtina mala wî hatiye kirin di dosyayên hişbirê de yek ji kesên herî metirsîdar ên lêgerînê tê dîtin û di mikurhatinan de xwedî dîrokek îsbatkirî ya qaçaxçîtî û belavkirina hişbirê ye, her wiha bi kiryarên xwe yên sabotajê gefeke rasterast li ser ewlehiya civakê çêkiriye.
Hêzên me niha dorpêçek ewlehî li ser herêmê bi armanca şopandina kesên hatine xwestin pêk tîne, her wiha hêzên me wê hûrguliên mikurhatinên wan û rewşa wan piştî bi dawîkirina lêpirsînên pêwîst ji raya giştî re ragihînin.
Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê xwe bi hemû pêkhateyan piştrast dikin ku xebatên me yên ji bo têkoşîna li dijî belaya hişbir berdewam dikin û hewldanên bi vî rengî îradeya me ya ji holê rakirina vê diyardeya ku civaka me û ciwanên me dike armanc nagire.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
19 Tîrmeh 2025