إلى شعبنا والرأي العام
في تمام الساعة التاسعة من مساء اليوم، أقدم شخصان مجهولا الهوية كانا يستقلان دراجة كهربائية، على إلقاء قنبلة صوتية باتجاه بقالة (كشك) داخل حديقة “4 نيسان” في مدينة الحسكة، ما أدى إلى إصابة أحد المواطنين بشظايا في البطن والقدم، وتم نقله على الفور إلى أحد مشافي المدينة لتلقي العلاج.
باشرت قواتنا بالتحقيق الفوري وملاحقة الفاعلين، الذين لاذوا بالفرار عقب تنفيذهم الاعتداء. وتشير المعلومات الأولية إلى أن الحادثة جاءت على خلفية مشاجرة سابقة وقعت ليلة أمس بين المصاب والمعتدين.
إننا في قوى الأمن الداخلي نؤكد أن مثل هذه الأفعال الخارجة عن القانون لا تمتّ بصلة لقيمنا وأخلاق مجتمعنا، القائم على الاحترام والتعايش والأمان. ونعمل بكل طاقاتنا على ملاحقة كل من يحاول زعزعة الاستقرار أو بث الفوضى، خاصة في أماكن تجمع المدنيين.
وندعو أهلنا في مدينة الحسكة إلى التكاتف معنا في الحفاظ على الأمن، والتبليغ عن أي تحركات مشبوهة، فسلامة المجتمع مسؤوليتنا جميعاً.
القيادة العامّة لقوى الأمن الداخلي_شمال وشرق سوريا
الأحد ٨ حزيران/يونيو٢٠٢٥ Ji gelê me û raya giştî re
Îro saet 9’ê êvarî 2 kesên nenas li motorsiklêtekî elektrîkê siwar bibûn, bombeyek deng avêtin firoşgehekê ya nava parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê. Di encamê de welatiyek di zik û lingê xwe de birîndar bû. Ji bo dermankirinê yekser veguhezî nexweşxaneya bajêr.
Hêzên me demildest dest bi lêkolînê kirin û li pey kesên ku êrîş pêk anîn şopandine. Agahiyên destpêkê diyar dikin ku bûyer ji ber şer û pevçûnek berê ya şeva borî di navbera kesê birîndar û êrîşkaran de derketiye.
Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez dikin ku tu têkiliya van kiryarên neqanûnî bi nirxên me û exlaqê civaka me ya ku li ser bingeha rêzgirtin, jiyana hevbeş û ewlehiyê hatiye avakirin, nîne. Em bi hemû hêza xwe dixebitin da ku her kesê ku hewl dide bêîstiqrariyê bike an jî kaosê belav bike, nemaze li cihên kombûna sivîlan bişopînin.
Em bang li gelê xwe yê bajarê Hesekê dikin ku ji bo parastina ewlehiyê tev li me bibin û her tevgerek bi guman ragihînin, ji ber ku ewlehiya civakê berpirsiyariya me ya komî ye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekşem, 8 Hezîran, 2025