بيان بخصوص حصيلة الحملة الأمنية في مخيم الهولDaxuyaniya Encamên Hemleya Ewlehiyê ya Kampa Holê

23 أبريل 2025Last Update :
بيان بخصوص حصيلة الحملة الأمنية في مخيم الهولDaxuyaniya Encamên Hemleya Ewlehiyê ya Kampa Holê

إلى شعبنا والرأي العام

في إطار الجهود المستمرة لضمان الأمن والاستقرار، ومواجهة التهديدات المتزايدة التي تشكلها الخلايا الإرهابية وبقايا تنظيم “داعش”، أنهت قواتنا قوى الامن الداخلي  وقوى الأمن الداخلي المرأة، بالتعاون مع وحدات حماية المرأة  YPJ وبدعم من قوات سوريا الديمقراطية العملية الأمنية داخل مخيم الهول، والتي انطلقت بتاريخ 18 نيسان 2025 واستمرت لمدة ستة أيام متواصلة.

استهدفت العملية تفكيك الخلايا النائمة وتعزيز الأمن داخل المخيم ومحيطه، حيث نُفذت عمليات تمشيط دقيقة ومداهمات محددة في عدة قطاعات داخل المخيم، بالإضافة إلى تنفيذ عمليات خاصة خارج أسواره.
وأسفرت العملية عن النتائج التالية:

ـ إلقاء القبض على 20 عنصراً من تنظيم داعش والمتعاونين معهم.
ـ ضبط أسلحة كلاشنكوف عدد 3 ومسدس  وعدد من المخازن والذخائر، إضافة إلى معدات عسكرية كانت مخبأة داخل إحدى الخيام.
ـ إحباط محاولة فرار جماعية كانت قد نسّقتها خلية من داخل المخيم مع أخرى خارجه، وتم القبض على كامل أفراد الخلية.
ـ بالإضافة الى عملية خاصة لقوى الامن الداخلي – المرأة – استهدفت خلية خطيرة  لداعش كانت تعمل على التنسيق مع خلايا أخرى للقيام باعمال إرهابية 

تؤكد هذه العملية نجاح قواتنا في توجيه ضربة جديدة للخلايا الإرهابية التي تحاول استغلال الواقع الإنساني داخل المخيم لتنفيذ مخططاتها الإجرامية، كما تؤكد التزامنا الكامل بملاحقة الإرهاب وتجفيف مصادره أينما وُجد.
وفي هذا السياق، نُجدد دعوتنا إلى المجتمع الدولي لتحمّل مسؤولياته القانونية والإنسانية تجاه ملف مخيم الهول، والعمل الجاد على استعادة رعاياه من المحتجزين فيه، وتقديم الدعم اللازم للإدارة الذاتية لمواصلة إدارة هذا الملف الشائك بفعالية وأمان.

كما نؤكد استمرار العمليات الأمنية الاستباقية في جميع المناطق التي تشهد تهديدات أمنية، ونُشدد على أنه لن يكون هناك أي ملاذ آمن للإرهاب وأعوانه.

وندعو شعبنا إلى التعاون المستمر مع قواتنا، والإبلاغ عن أي تحركات أو نشاطات مشبوهة، فسلامة مجتمعنا مسؤولية جماعية تتطلب تكاتف الجميع.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا
الأربعاء ٢٣ نيسان ٢٠٢٥ Ji gelê me û raya giştî re:

Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên zêde yên şaneyên razayî û bermahiyên DAIŞê, hêzên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona ewlehiyê li hundirê kampa Holê bi dawî kirin. Operasyon di 18’ê Nîsana 2025’an de dest pê kir û 6 rojan li pey hev berdewam kir.

Armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiyê li hundir û derdora kampê bû. Li ser vê bingehê, operasyonên paqijkirinê û serdegirtinên armanckirî li gelek beşên kampê hatin kirin, her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin.

Encamên Operaseyonê wiha ne:

  • 20 endamên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin.
  • Di konekî de 3 çeke kalaşnîkov, û demançek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava kon de hatibûn veşartin hatin desteserkirin.
  • Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê hatibû koordînekirin hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin.
  • Herweha, operasyoneke taybet ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin – şaneke DAIŞê ku hevrêziyê ligel şanên din dikir ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî kir armanc.

Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna derbeke nû li şaneyên terorîst ên ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin, piştrast dike. Her wiha tekezî li ser pabendbûna me ya tam ji bo şopandina terorê û zuhakirina jêderên wê li ku derê dibe bila bibe, dike.

Di vê çarçoveyê de em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên derbarê mijara kampa Holê de bigire ser milê xwe. Her wiha ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bi bandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rêve bibe.

Her wiha em tekezî li ser berdewamiya operasiyonên ewlekarî yên pêşwext li hemû deverên ku rastî metirsiyên ewlehiyê tên, dikin û em piştrast dikin ku wê ti cihek ewle ji terorîstan û piştgirên wê re nemîne.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser her tevger û çalakiyên bi guman hêzên me agahdar bikin, ji ber ku ewlekariya civaka me berpirsyariyeke kolektîf e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Çarşem, 23 Nîsan 2025

خبر عاجل