إلى شعبنا والرأي العام بيان حول استهدافات خلايا داعش في ضل هجمات المرتزقة المدعومين تركيَّاً ضد مناطقنا الآمنة Ji bo gelê me û raya giştî Daxuyanî derbarê êrişên şaneyên DAIŞ’ê hemwextî êrişên çeteyên girêdayî Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên me yên ewle.

31 ديسمبر 2024آخر تحديث :
إلى شعبنا والرأي العام بيان حول استهدافات خلايا داعش في ضل هجمات المرتزقة المدعومين تركيَّاً ضد مناطقنا الآمنة Ji bo gelê me û raya giştî Daxuyanî derbarê êrişên şaneyên DAIŞ’ê hemwextî êrişên çeteyên girêdayî Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên me yên ewle.

بيان حول استهدافات خلايا داعش في ضل هجمات المرتزقة المدعومين تركيَّاً ضد مناطقنا الآمنة

في ظل الظروف الحساسة التي تمر بها مناطقنا، ووسط استمرار الاعتداءات التي تتعرض لها شمال وشرق سوريا من قبل مختلف الجهات المعادية، تعرضت قواتنا الأمنية لعدة استهدافات إرهابية خلال الساعات الماضية.

بعد منتصف ليلة أمس الثلاثاء، ٣١ كانون الأول، قامت خلايا إرهابية تابعة لتنظيم داعش باستهداف حاجز في قرية الزنود بمدينة قامشلو. حيث ألقت تلك الخلايا قنابل يدوية على الحاجز أثناء قيام قواتنا بواجبها الاعتيادي في حفظ الأمن، ما تسبب بأضرار مادية دون تسجيل إصابات أو شهداء بين صفوف قواتنا. على الفور، باشرت قواتنا بعملية تمشيط واسعة للمنطقة لتعقب الفاعلين.

وفي سياق متصل، استهدف عنصر من خلايا تنظيم داعش الإرهابي حاجز إسكندرون الواقع على الطريق الواصل بين مدينتي الهول وتل حميس. أسفر هذا الاستهداف عن استشهاد أحد أعضاء قوات حماة الجزيرة أثناء أدائه واجبه في الدفاع عن أمن واستقرار المنطقة.

تجدر الإشارة إلى أن هذه الهجمات تأتي في وقت تتعرض فيه مناطقنا لاعتداءات متزامنة من مرتزقة دولة الاحتلال التركي على معظم مناطقنا، الأمر الذي يثبت وجود تنسيق عالي المستوى بين خلايا داعش الإرهابية والفصائل المرتزقة، في محاولة لضرب استقرار المنطقة وإضعاف مقاومة شعبنا.

إن قواتنا مستمرة في عمليات التمشيط والبحث للقبض على الجناة ومحاسبتهم. نؤكد لشعبنا التزامنا الثابت بالدفاع عن أمنه واستقراره مهما اشتدت التحديات.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا
٣١ كانون الأول ٢٠٢٤ Daxuyanî derbarê êrişên şaneyên DAIŞ’ê hemwextî êrişên çeteyên girêdayî Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên me yên ewle.

Di van şert û mercên hesas de ku herêma me tê re derbas dibe û hemwextî êrişên aliyên cihêreng ên dijmin li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di saetên borî de, hêzên me yên ewlekariyê rastî çend êrişên terorane hatin.

Piştî nîvê şeva duh sêşemê ango 31’ê kanûnê, şaneyên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê rêbendek li gundê Zinûd ê Qamişloyê kir armanc. Di dema ku hêzên me erka xwe ya pêkanîna ewlehiyê bi cih dianî, wan şaneyan bombeyên destan avêtin rêbendê. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û tu birîndarî yan şehadet di nava hêzên me de çênebûn. Di cih de, ji bo şopandina sûcdaran, hêzên me dest bi operasyoneke lêgerînê ya berfireh kir.

Di heman çarçoveyê de, endamekî şaneyên DAIŞ’ê ya terorîst rêbenda Iskenderon a li ser rêya di navbera bajarê Hol û Til Hemîsê kir armanc. Di encamê de endamekî Hêzên Parêzvanên Cizîrê, di dema erka xwe ya pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê pêk dianî, şehîd bû.

Ev êrîş, hemwextî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser piraniya herêmên me pêk tên. Ev yek piştrast dike ku koordîneyeke di asteke bilind de di navbersa şaneyên DIAŞ a terorîst û komên çete de heye da ku aramiya herêmê têk bibin û berxwedana gelê me lawaz bikin.

Hêzên me operasyonên paqijkirin û lêgerînê dewam dikin da ku sûcdaran bigirin û wan ceza bikin. Em ji gelê xwe re piştrast dikin ku her çiqasî zehmetî zêde bibin jî em ê tim parastina ewlehî û aramiya we bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
31 kanûna 2024


خبر عاجل