اشتباك مسلح بين قواتنا و عصابة تشليح يسفر عن مقتل أحد أفرادها و إصابة آخر Di navbera hêzên me û girûpên şelandinê de pevçûn derket û di encamê de yek ji wan hat kuştin û yek jî birîndar bû

11 سبتمبر 2024آخر تحديث :
اشتباك مسلح بين قواتنا و عصابة تشليح يسفر عن مقتل أحد أفرادها و إصابة آخر Di navbera hêzên me û girûpên şelandinê de pevçûn derket û di encamê de yek ji wan hat kuştin û yek jî birîndar bû

ليلة أمس الأحد، 1 سبتمبر / أيلول، بتمام الساعة التاسعة والنصف مساءً، تلقت قواتنا في مركز أبو فرع التابع لمدينة تربسبييه معلومات تفيد بحدوث عمليات تشليح على الطريق الواصل بين قريتي خراب الجحاش وأم عظام، على الفور، قامت قواتنا بتشكيل دورية والتوجه إلى الموقع المحدد.
عند وصول الدورية إلى المكان، لاحظت وجود شخصين مسلحين على متن دراجة نارية.
أثناء اقتراب الدورية منهما، باشرا بإطلاق الرصاص الحي، ما استدعى الرد الفوري من قبل قواتنا.
وقد أسفر الاشتباك عن إصابة عضوين من قواتنا بجروح طفيفة، بينما قُتل أحد المشلحين وأصيب الآخر، الذي لاذ بالفرار.
قواتنا تمكنت من التعرف على هوية الشخص المقتول، وتواصل حاليًا التحقيقات الموسعة بهدف القبض على الشخص الآخر وتقديمه للعدالة.
تُهيب قواتنا الأهالي بالإبلاغ المباشر و الفوري حول أي حركة مشبوهة، تُشكل خطراً على حياتهم و ممتلكاتهم، و على الأمن العام.

المركز الإعلامي لقوى الأمن الداخلي إقليم شمال و شرق سوريا

Duh bi şev roja Yekşemê 1ê Îlonê, tam di neh û nîvê êvarê de hêzên me li navenda Ebû Firi’ ya bajarokê Tirbespiyê agahî wergirtin ku li ser rêya gundên Xerab El-Cihaş û Im Îzam oparesyonên şelandinê hatine kirin. Di cih de hêzên me dewriye pêk anîn û ber bi cihê diyarkirî ve ketin rê.
Dema dewriye hat cihê bûyerê 2 kesên çekdar ên li ser motosîklê ferq kirin.
Dema dewriye nêzî wan bû, dest bi avêtina mermiyan kirin, ji bo vê jî hêzên me demildest bersiv dan.
Di encama pevçûnê de 2 endamên hêzên me bi sivikî birîndar bûn, û yekê wan hate kuştin û yê din ê ku reviyabû jî birîndar bû.
Hêzên me kesê kuştî nas kirin û niha jî lêpirsînên berfireh bi armanca girtina kesê din û dadgehkirina wî didomînin.
Hêzên me bang li welatiyan dikin ku her tevgereke bi guman ku metirsiyê li ser can û mal û milkê wan û ewlekariya giştî dike, yekser ragihînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê

خبر عاجل