إحياء الذكرى السنوية الحادية عشرة لقوى الأمن الداخلي – المرأة في شمال وشرق سوريا:Salvegera 11emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bi bîranîn:

منذ دقيقتانآخر تحديث :
إحياء الذكرى السنوية الحادية عشرة لقوى الأمن الداخلي – المرأة في شمال وشرق سوريا:Salvegera 11emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bi bîranîn:

قفة وفاء للشهيدات وتجديد للعهد

بمراسم مهيبة، أحيَت قوى الأمن الداخلي – المرأة في شمال وشرق سوريا الذكرى السنوية الحادية عشرة لتأسيسها، التي تصادف الثلاثين من حزيران من كل عام، وذلك بحضور قيادات من قواتنا وممثلي الإدارة الذاتية.

انطلقت الفعالية بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً وإكباراً لأرواح الشهداء والشهيدات الذين ضحّوا بحياتهم في سبيل حماية أمن واستقرار المنطقة. تلا ذلك تقديم عرض عسكري مهيب من قبل قواتنا من ضباط وصف ضباط المرأة ومن ثم إلقاء كلمة من قبل عضوة منسقية مؤتمر ستار، “كلستان كلو”، التي سلّطت الضوء على الدور المحوري الذي تؤديه قوى الأمن الداخلي – المرأة في حفظ الأمن المجتمعي، ومكافحة الجريمة والمخدرات والإرهاب، وترسيخ قيم العدالة والمساواة في مختلف مناطق شمال وشرق سوريا .

وحضر الفعالية عدد من الإداريين والضباط في قوى الأمن الداخلي من مختلف المناطق، إلى جانب عدد من مسؤولي الإدارة الذاتية الديمقراطية، وفي مقدّمتهم رئاسة المجلس التنفيذي للإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا.

وأكدت الكلمات على أهمية نضال المرأة في صفوف قوى الأمن الداخلي المرأة ، وما حققته من إنجازات على مدار السنوات الماضية رغم التحديات الأمنية والسياسية، مشددةً على أن هذه الذكرى تمثل مناسبة لتجديد العهد بمواصلة العمل الأمني، وتطوير أداء المؤسسة بما يعزز أمن واستقرار المجتمع.

كما تم من خلال المناسبة استذكار السنوية التاسعة والعشرين للقيادية الفدائية زيلان ( زينب كيناجي ) التي هزت عرش الإنسانية ب عمليتها الفدائية ورسمت لنا طريق نضال واصبحت قدوة يحتدى بها جميع نساء شرق الأوسط و نحنا في قوات امن الداخلي للمرأة تقديما للعرض العسكري في يومنا هذا مؤكدين على اصرارنا وعزيمتنا على متابعة درب نضال الشهيدة زيلان ورفقاتها . seknek ji bo dilsoziya şehîdan re û nûkirina sozê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke bi heybet salvegera 11emîn a damezrandina xwe, ku her sal di 30ê Hezîranê de tê pîrozkirin, bi bîr anîn. Di merasîmê de, fermandarên hêzên me û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina ji bo şehîdên ku ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê canê xwe feda kirine dest pê kir. Piştre, ji aliyê efser û refa efserên me yên jin ve toraneke leşkerî ya bi heybet hate lidarxistin, û piştre endama hevrêzdariya Kongra Star “Gulistan Kilo” axivî û bal kişand ser rola girîng a Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin di parastina ewlehiya civakê, şerê li dijî tawan, madeyên hişbirê û terorîzmê, û çandina nirxên edalet û wekheviyê de li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di çalakiyê de hejmarek rêveber û efserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji herêmên cûda, ligel hejmarek rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, bi taybetî jî hevserokatiya Meclisa cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade bûn.

Di axaftinan de girîngiya têkoşîna jinê di nav refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û destkeftiyên ku wan di salên borî de tevî zehmetiyên ewlehî û siyasî bi dest xistine, hate destnîşankirin. Wan tekez kir ku ev salveger derfetiyek e ji bo nûkirina soza me ya berdewamiya xebata ewlehiyê û pêşxistina performansa saziyê bi awayekî ku ewlehî û aramiya civakê zêde bike.

Her wiha di vê boneyê de 29emîn salvegera şehîd Zîlan (Zeyneb Kînacî) hate bîranîn, ku bi operasyona xwe ya fedayî textê mirovahiyê hejand û ji bo me rêyek têkoşînê xêz kir û ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bû pêşeng. Em, di Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê de, îro merasîma leşkerî pêşkêş dikin, û israr û biryardariya xwe ji bo berdewamiya rêya têkoşînê ya şehîd Zîlan û hevalên wê piştrast dikin.

خبر عاجل